Tirkiye çeteyên xwe yên li Lîbya perwerde dike

Li Lîbya ku ji sala 2011’an ve şerê lê despê kirî û nerawestiyaye, di pêkanîna çareseriya siyasî de gavan di avêje.
Yek ji van gavan ji bo hilbijartina li welat ku wê di 24’ê Kanûnê pêk were despêkê hikumeteke demkî wê were avakirin.
Ji bo vê yekê ev 4 rojin li paytexta Swîsre Cenevê, Foruma Danustandinên Siyasî ya Lîbya bi serkêşiya NY dicive.
Lê hinek welat ji bo berjewendiyên xwe yên li herêmê biparêzin, di gurkirina şer de bi israrin.
Dewleta Tirk ya cihê xwe li Lîbya ya dagirkirî berfireh bike, çeteyên xwe yên li welat perwerde dike.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê wêneyê perwerdeya ji bo çeteyên xwe yên li Lîbyayê ku dide, li ser malpera twitterê weşand.

Wezaretê got:

Perwerdeya me ya ji bo Hêzên Leşkerî ya Lîbya didome.

Ev perwrde di aliyê çavkaniya oksîjenê, keştiyên beravê û perwerdeya parastina rawa de tên dayîn.

Back to top button