Amarîka: Îran peymana Nûkleerî pêk bîne jî rakirina cezayan ne hêsane

Çarenûsa danustandinên navbera DYA û Îranê de ji her demê zêdetir di nava nepeniyekê de ye.
Herî kêm di serdema serokê berê yê DYA Donald Trump de helwesta li dijî Îranê diyar bû.
Lê niha bi rêveberiya nû ya Joe Biden re, polîtîkayek ne diyar ya li ser mijarê heye.
Car tê, herkes dibêje temam vegera li peymanê pêk tê, piştî wê bi daxuyaniyekê nû careke din mijar vedigere despêkê.
Di nava çapemeniyê nûçeya Wezîrê Karê derve yê DYA ji bo danustandinên bi Îranê re daxwaza avakirina tîmekê kiriye.
Hîna ev di rojevê de Berdevkê Wezaretê got,
Ger li peymanê vegerin jî cezayên li ser Îranê wê di carekê de neyên rakirin.

Polîtîkaya DYA ya vegera li peymana Bernameya Nûkleerî ya navbera Waşîngton û Tehranê de ber bi qonaxeke nediyar ve diçe.

Her çiqasî serokê berê yê DYA Donald Trump di helwesta wê ya li ser peymanê dihat rexnekirin jî lê ya heyî helwestek zelal bû.

Trump bi ti awayî nedibû alîgirê peyman û polîtîkayên bi Îranê re.

Lê niha li ser deshilata welat rêveberiya Joe Biden heye.

Tişta ji polîtîkayên Biden jî tê xuyakirin, qezenckirina demê ye.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya DYA Ned Price di daxuyaniya çapemeniya rojane de careke din îşaret bi peymana nûkleerî ya navbera aliyan kir.

Ned Price careke din Tahran ji durketina welatê xwe ya ji peymanê destnîşan kir û wiha got:

Ger Îran li gorî şert û mercên peymanê tev bigere, wê Waşîngton ji bo rakirina cezayên li ser Tahranê bi endamên Kongre û hevalbendên xwe re rewşê binirxêne.

Blinken dixwaze tîmeke danustandina ya bi Îranê re ava bike

Wezîrê derve yê Amerîkayê Anthony Blinken ji nûnerê Îranê yê ku nû hatiye erkdarkirin Rob Malley xwest ku tîmekê ji bo dan û standinên bi Îranê re ava bike.

Li gorî çavkaniyek nêzî rêveberiyê, Blinken ji Malley xwestiye ku kesên hişktir têkildarî mijara Îranê bîne.

Malley dest bi avakirina tîma nû kir.

Tê gotin wê stratejiyek bê pêşxistin da ku têkiliyên bi Îranê re ji nû ve were avakirin.

Li gorî rayedarên Amerîkayê Malley bi hempîşeyên xwe yên Ewropî, rayedarên Îsraîlê û dewletên Kendava Ereban re di nava têkiliyan de ye.

Back to top button