Waşîngton 4 balefirên B-1 yên bombardumanê şand Norweçê

Hêzên Hewayî yên DYA, 4 balefirên B-1 yên bombardumanê şand Norweçê..
Rûsya ev yek weke gefekê pênase kir û bertek nîşan da.

Li gorî nûçeya malpera Forbe, Hêzên Hewayî yên DYA wê li sînorê Rûsya cara yekemîn bi balefirên B-1 yên bombardumanê tetbîqatê bike.

Balefirên ku ji eyaleta Texasê rabûn, wê li herêmeke naverasta Norweçê ya baregeheke leşkerî ku balefirên F-35 lê ne werin bicihkirin.

Balefirên B-1 û F-35, wê di tetbîqata NATO ya li bakur û bejahî de cih bigrin.

Pisporê leşkerî Jerry Hendrix, bi awayekî eşkere anî ziman ku erkê şandina balefira B-1 ya ji bo herêmê heye û got:

Bi zimanê Rûsya fam dike, zext lê kirine.

Pisporên leşkerî yên Norweçê jî dibêjin di rûdane şereke navebra DYA û Rûsyayê de wê welat bibe qada şer.

Di meha Çileyê de, Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov bi hempîşeyê xwe yê Norweçê re axivî û aciziya welatê xwe ya ji kombûna hêza leşkerî li ber sînor anîbû ziman.

Back to top button