Mezlûm Ebdî: Tevî ev qas hêz li herêmê me hevsengî çêkiriye

Mezlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê QSD’ê teqez kir ku ji ber vekirina wan li ser gelek aliyan, herêm heta niha xwe li ber planên li dijî wê tên gerandin, ragirtiye û li ber xwe dide. Ebdî diyar kir ku DAIŞ jî piştî dagirkirina Tirkiya ya Serê Kanî û Girê Spî, êrîşên wê li bejahiya Sûrî pir bûne û ew ji bo vê tevgerê li ser operasyonên firehtir û cudatir dixebitin.

Di nava ew qas hêz li herêmê, mîna Msoko, Enqere û Şamê de, me hevsengî li herêmê çêkiriye û her û her deriyên me ji her kesên welatparêz re vekirine.

Mezlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk ev yek ji Rojnameya Şereq el-Ewset re got.

Ebdî anî ziman ku ew bi hemû aliyan re xwedî têkilî ne û wan hiştiye herêm li ber bayê planên li ser tên gerandin, neçe.

Êrîşên dagirkerî û avêtina torên tevliheviyê li herêmê ji hêla gelek aliyan ve tên kirin, Hêzên Sûriya Demokratîk jî karîbûn û dikarin tevna rengereng a li Bakur û Rojhilatê Sûrî ji dirandinê biparêzin.

Weke îşaret bi hewldanên tevliheviyê, Ebdî Şam tawanbar kir, ku ew xwe ji rêyên çareyê direvîne û berê xwe daye avakirina fitneyeke Erebî-Kurdî, tenê ji bo Rêveberiya Xweser ji hev bixe.

Mezlûm Ebdî: Tevgera DAIŞ’ê ya niha ji ber piştevaniya Enqereyê e

Ji vê mijarê ne cuda, Ebdî bal kişand ser DAIŞ û desteka Enqere ji bo wê, ku piştî dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê tevgera wan bêhtir bû.

Ji bo vê jî, Fermandarê QSD, pêwîstî bi girankirina operasyonan dît, nemaze piştî zêdebûna armancên DAIŞê li bejahiya Sûriyê.

Li sêgoşeya vê bejahiyê, DAIŞ bi xurtî, piştî têkçûna wê li ser destê QSD bi dora kêmî 2 salan vegeriyaye..

Di meha borî bi tenê de jî, 547 sivîl û leşkerên hikumeta Şamê bîlançoya nêçîra çeteyan bûn.

Ebdî da zanîn ku ew aniha li ser firehiya operasyonên li dijî şaneyên DAIŞê û cihêrengiya wan disekinin.

Têkildarî nebûna ti hevahengiyê navbera wan û Rûsya yan Şamê ji bo herêmên bejahî jî, sedem li ne-pêkanîna dosyayên jê girîngtir, mîna “lihevkirina siyasî” vegerand.

Teqînên zêde li herêmên dagirkirî jî û her wiha zêdegaviyên DAIŞê li herêmê bi giştî, Ebdî piştgiriya dewleta Tirk ji DAIŞê re û mijûlbûna şervanên QSD bi berxwedana li hember dagirkeriya Tirk û êrîşên wê yên rojane li ser deverine cihêreng, weke sedemên sereke dîtin.

Li vir Mezlûm Ebdî teqez kir ku, ji bilî DAIŞ û Enqereyê, hin aliyên din jî destê wan de di van êrîşan de hene.

Der barê pirsa “Idia hene, dibêjin Ereb li herêmên Rêvberiya Xweser tên çewisandin”, Ebdî ev yek, bi hebûna wan a mezin û bi-bandor di nava refên QSD û Rêvberiyên Leşkerî û Sivîl de derewand..

Fermandarê Giştî yê QSD teqez kir ku çi kesê li dijî Rêvberiyê jî, mafê xwe yê derbirînê heye.

Back to top button