Yekitiya Parêzeran a Cizîrê jî tev li kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ bû

Gaveke din di çarçoveya çalakiyên ji bo azadiya Rêber Ocalan de, hat avêtin. Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê piştî xwe weke parêzerên Rêbertî ragihand, niha tev li pêngava ‘Ji Ocalan re Azadî’ jî dibin. Endamê Yekîtiyê Idrîs Îso dibêje “Ji bo em bibin beşekî vê hewldanê, çi kar ji me were xwestin ji bo pêkanîna daxwazên komîteyê, em ê bikin.” 

Bi nêzîkbûna salvegera 22’yan a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan, çalakî û gavên ji bo azadiyê bêhtir dibin.

Yek ji wan gavan jî ji aliyê Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê ve hat avêtin.

Di 26’ê Çileyê de Yekîtiyê bi 350 parêzerên xwe, bi daxuyaniyekê xwe weke parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ragihand.

Endamê Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Idrîs Îso têkildarî tecrîd û vê biryarê diyar kir ku dewleta Tirk doza gelan bi rêya tecrîda giran a li ser Rêber Apo armanc dike.

Idrîs Îso da zanîn ku dadgehên navneteweyî jî hene lê bi erkê xwe ranabin ji ber ku li gorî berjewendiyên dewletên ku ew ava kirine, dimeşin û tekez kir ku kîjan demê, rê ji wan re bê vekirin, ew amade ne.

Îso destnîşan kir ku “Têkiliyên wan bi dadgehan re hene, bi taybet Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, lê heta niha ji bo daxwazên wan tiştek nekirine.”

Di dawiyê de Endamê Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Idrîs Îso bi bîr xist “Bi vê biryara xwe tev li pêngava “Ji Ocalan re Azadî” dibin û çi kar were xwestin ji bo pêkanîna daxwazên komîteyê, ew ê bikin.”

Pêngava navborî, par ji aliyê KCK’ê ve hat destpêkirin û gelek kesayetên Misirî û Ereb jî tev lê bûne.

Back to top button