Evîn Îbrahîm: Astengiyên heyî azadiya çapemeniyê binpê dikin

Rojnamevanan diyar kir ku helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê ya têkildarî daxwaznameya vekirina buroya Ronahî TV li Hewlêrê, bi qanûnên çapemeniya azad ên li Başûr re dikevin nava nakokiyan.
Rojnamevanan bang kir ku divê hikumeta Başûrê Kurdistanê vekirina kanala Ronahî erê bike, da ku karê xwe bi awayekî azad li ser erdekî Kurdan bike.

PDK destur nade ku televîzyona Ronahî li Hewlêrê buroya xwe veke.

Li dijî vê helwesta PDK’ê û rayedarên Hewlêrê bertekên rojnamevanan roj bi roj zêdetir dibin.

Girêdayî mijarê, nûçegihana Aryan TV Evîn Îbrahîm diyar kir ku rayedarên Hewlêr bi astengkirina Ronahî TV re, bi qanûnê xwe yên çapemeniyê re dikevin nava nakokiyê.

Evîn Îbrahîm got:

“Çawa dibe bi sedan televîzyon li Hewlêr û Dihokê, gelek jî yên Tirkiyê ne û dijberiya gelê Kurd dikin ji wan re ne pirsgirêk e, lê Ronahî TV dibe pirsgirêk.

Rayedarên Hewlêrê ditirsin ku Ronahî TN kirinên wan yên derexlaqî yên li dijî şêniyên Başûrê Kurdistanê derxîne, ji bo wî desturê nadin.”

Evîn Îbrahîm bang li rayedarên peywendîdar kir ku derbarê azadiya çapemeniyê de dikarin Rojava ji xwe re mînak bigirin.

“Divê hikûmeta Başûr ji bo çapemeniya Kurdî ya azad bingehekî deyîne”

Rojnamevan û pêşkêşvanê nûçeyan di Rojava TV Şiyar Tîrêj jî diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê azadiya ragihandinê nîne.

Şiyar Tirêj da zanîn ku ne tenê Ronahî TV, televîzyonên muxalîf yên wekî NRT jî tên astengkirin.

Rojnamevan Tirêj bang li hikumeta Başûr kir ku ji bo çapemeniya Kurdî ya azad bingehekî deyîne û destûrê bide Ronahî TV li Başûr kar bike.

Back to top button