“BI RÊYA PIŞTGIRIYA RÊVEBERIYA XWESR WÊ EWLWHIYA HERÊMÊ WERE PARASTIN”

Berdevkê MSD`ê Emced Osman diyar kir ku bi rêya piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê ewlehiya herêmê were parastin.

Berdevkê MSD`ê Emced Osman têkilkdarî pêvajoya piştî bidawîbûna DAIŞ`ê ji ajansa Hawar’ê re axivî.

Emced Osman got:

Îro derfetek ji bo parastina ewlehiya herêmê heye, ew jî bi rêya piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Ji ber ku bi saya fedakariyên ciwanên xwe karî DAIŞ`ê tune bike.”

Osman tekez kir ku cîhan deyndarê QSD`ê ye û ev tişt anî ziman;

“Terora DAIŞ`ê li ser tevahiya cîhanê xetereyek bû, bi saya fedakariyên ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê teror têk çû.

Vê hêzê zemînek ji bo çareseriya aloziya Sûriyê û ewlehiya herêmê ava kir, ji ber wê divê cîhan piştgiriya wê bike.

Divê MSD di her projeyek a ji bo çareseriya siyasî a aloziya Sûrî de amade be”

Berdevkê MSD’ê têkildarî çarenûsa çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên li gel QSD`ê girtî jî ev nirxandin kir;

Çeteyên girtî pirsgirêkeke mezin in, ji ber ku dewletên cîhanê vegera wan çeteyên biyanî ji welatên xwe re red dikin.

Hejmara wan çeteyan gelekî zêde ye, divê dewletên cîhanê bi Rêveberiya Xweser re hevkar bin.

Ji hemû aliyan ve tê xwestin ku bi berpirsyariyên xwe rabin.”

Berdevkê MSD`ê Emced Osman bang li dewletên herêmê û cîhanê kir ku siyasetên xwe der barê parastina ewlehiya herêmê de biguherin da ku rê li pêşiya derketina komên tundraw ên ên din bigirin.

Leave a Reply

Back to top button