Norman Peach: Divê Ocalan serbest bê berdan

Profesorê Alman Norman Peach diyar kir tecrîdkirina Rêber Apo pêkanîneke dermirovî ye û da zanîn dewleta Tirk bi tecrîdê negihişt armanca xwe. Peach got, “Divê Abdullah Ocalan tavilê were berdan.”

Profesorê Alman Norman Peach bi wesîleya salvegera 22. a Komploya Navnetewî ya 15″ê Sibatê a li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji ANHA’yê re axivî.

Peach bal kişande li ser rola DYA, Îsraîl, Yewnanîstan ya di komploya navnetewî de û da zanîn ger piştgiriya van dewletên navborî nebûna wê komplo pêk nehatiba.

Peach Rêber Apo weke rêberê sereke yê Kurd bi nav kir û got, “Komplo li dijî nasnameya Kurd hat kirin. Tecrîda ku 22 sale didome jî pêkanîneke dermirovî ye.”

Profesor Norman Peach destnîşan kir ku dewleta Tirk bi tecrîdkirina Rêber Apo negihişt armanca xwe û wiha dewam kir,

“Şert û mercên xirab û dermirovî yên li Îmraliyê divê ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê de were lêkolînkirin.”

Norman Peach bal kişande li ser rola Rêber Apo ya ji bo aştî û demokrastîkbûna Tirkiyê û got,

“Nelson Mandela jî 27 salan hat girtin û tecrîdkirin lê di dawiyê de bû serokê Afrîka a Başûr. Ocalan jî dikare bibe hêza herî mezin a siyasî û demokratîkkirina Tirkiyê. Divê tavilê serbest were berdan.”

Back to top button