Li navçeya Licê ya Amedê 13 kes hatin binçavkirin

Partiya Demokratîk ya Gelan HDP’ê nerazîbûn nîşanî operasyonên girtin û binçavkirinê yên desthilata faşîst a AKP’êda got:
“Ev hişmendî bêhnê li civakê diçikîne û siyaseta demokratîk difetisîne.”
Di çarçoveya kampanyaya ”Ji bo her kesî adalet” jî, rayedarên HDP’ê serdanên xwe ji bo aliyên muxaleftê didomînin. Heyeta HDP’ê herî dawî jî serdana Serokê CHP’ê kirin.

Dewleta Tirk li dijî HDP û gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê operasyonên binçavkirin û girtinê didomîne.

Herî dawî jî, li navçeya Licê ya Amedê, tevî operasyona leşkerî ku doh hatiye destpêkirin, her wiha li gelek gundan operasyona qirkirina siyasî hate meşandin.

Keyayên gundan û mirovên extiyar jî di nav de 13 kes hatin binçavkirin.

HDP: Ev hişmendiya gemar dixwaze bêhnê li civakê biçikîne

Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê jî têkilî qirkirina siyasî ku dewleta Tirk dimeşîne daxuyaniyeke niviskî weşand.

HDP’ê li dijî êrîşên qirkirina siyasî berteka xwe nîaşn da û got:

”Wezareta Navxwe ku hevalên me kirine hedef û Walîtiya Stenbolê sûc kirine.

Ev hişmendiya gemar ku fermanê dide darazê dixwaze bêhnê li civakê biçikîne û siyaseta demokratîk bifetisîne.”

HDP’ê xwest kesên ku hatine binçavkirin demildest werin berdan û peyama, ”Em ê bibin yek û têbikoşin”, da.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar serdana serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu kir

Li aliyê din jî, Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar di çarçoveya kampanyaya, ”Ji bo her kesî adalet” serdana Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu kir.

Rûniştina aliyan li Navenda Giştî ya CHP’ê pêk hat.

Hevdîtinê bi qasî nîv saetê dom kir, ku tê de ji bo biryarên DMME’yê û ji bo avakirina demokrasiyê pêşniyar hatine kirin.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar got ku wê hevdîtinên wan bidomin, ku wê paşê serdana Partiya Gelecekê û Partiya Deva jî bikin.

HDP di 8’ê Çileyê de Kampanyaya ”Ji bo her kesî adalet” dest pê kiribû.

Di çarçoveya vê kampanyayê de jî serdana Partiya Seadetê (SP) kiriye.

Back to top button