KON-MED Û Meclisa Kurdên li Birîtanyayê banga tevlêbûna çalakiyên Sibatê kir

Berxwedana li dijî tecrîda li ser Rêber Apo ya li zîndanên dewleta Tirk 71 roje berdewam dike. Piştgiriya bi berxwedana girtiyan re jî mezin dibe.
KON-MED’ê teqwîma çalakiyan a Sibatê kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin kirin û banga tevlêbûna li çalakiyan kir.

Konfederasyona Civakên Kurdistanê yên li Almanyayê KON-MED’ê û Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê dîroka çalakiyên şermezarkirina komploya navdewletî ya meha Sibatê eşkere kir.

KON MED û Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê bang li gelê kurd kir ku tevlî çalakiyên dijî komployê, tevlî çalakiyên Otobosên Gerok ên Pirtûkxanê, meş, mîtîngan bibin.

“Divê sekreterê giştî yê NY li dijî tecrîdê bi erka xwe rabe”

Ji Norveçê jî ji bo pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan ku ji aliyê Koma Xebatên Kurd ên li Efrîkaya Başûr (KHRAG) û Konrederasyona Sendîkayên Efrîkaya Başûr (COSATU) ve hatibû destpêkirin bang hate kirin.

Aliyên navborî bang li Sekreteriya Giştî ya NY’ê Antonîo Guterres kirin ku bikeve tevgerê.

Di heman çarçoveyê de ji bo balê bikişîne li ser komployê li paytexta Swêdê Stockholmê pirtûkxaneya gerok bi rê ket.

Li Almanyayê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyek hat lidarxsitin

Li bajarê Hîldeshîm a Almanyayê di çarçoveya pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ çalakiyek hate kirin.

Back to top button