Biden piştgiriya Erebîstana Siûdî ya ji bo artêşa Yemenê rawestand

DYA wê piştgiriya Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê li Yemenê rawestîne. Husiyên li Yemenê ji ber biryarê keyfxweşiya xwe anîn ziman.

Serokê DYA Joe Biden di xîtaba xwe ya yekemîn a li ser siyasta derve de ku li navenda Wezareta Karên Derve ya Washingotinê kirî de wiha got:

Dê Amerîka piştevaniya xebatên Koalîsyona Ereb a bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê li Yemenê rawestîne.

Biden anî ziman dê welatê wî ji bo çareserkirina aloziya Yemenê kar bike.

Husiyên li Yemenê biyara Biden bi keyfxweşî pêşwazî kirin

Piştî daxuyaniya Biden, Berdevkê Karê Derve yê Husiyan yê Yemenê bi rêya kanalek televsionê keyrxweşiya xwe anî ziman.

Husiyên li Yemenê ku piştevaniya xwe ji Îranê digre, her tim di nava hewildanên bidestxistina deshilata welat bûn.

Ji 2014’an ve paytext Sena di nav de gelek herêm xistin bin kontirola xwe.

Adara 2015’an bi pêşengtiya Erebîstana Siûdî koalîsyonek hate avakirin û ji bo piştevaniya artêşa Yemenê dest bi êrîşan kir.

Back to top button