Berxwedana Şengaliyan di roja 66’an de didome

Xelkê Şengalê berxwedana xwe ya li dijî plana dagirkirina Şengalê û piştgiriya xwe ya bi Asayîşa Êzidîxanê re dewam dike. Çalakiya konvedanê ya li pêşiya Navenda Asayîşa Şengalê di roja 66’an de ye.

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû Asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 66’an de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Şengalî dibêjin ku heya daxwazên wan bi cih neyên ew ê dev ji berxwedana xwe bernedin.

Jinên Êzdîxanê: Em derveyî zarokên xwe ji ti kesî bawer nakin

Jinên ku çûn serdana kon û tevlî çalakiyê bûn ji Jinnews re axivîn.

Jina bi navê Fehîme Silêman diyar kir ku derveyî zarokên xwe ew naxwazin kes wam biparêze.

Jina bi navê Nûrê Şengalî jî diyar kir ku Şengal wê bi hêza xwe xwe biparêz e.

Jina Ciwan a bi navê Suat Silêman jî da zanîn ku PDK û Bexda dîsa dixwazin civaka Êzdî wekî berê bê parastin bêhilên, lê êdî ew nema vedigerin mîna berê.

Back to top button