Rûsya..Serokê muxalifan Navalny ji bo girtî bimîne dozek din hat vekirin

Serokê Mixalîfan Navalny yê beriya 3 rojan ceza lê hate birîn, niha careke din bi îdiaya bêrûmetiyê derdikeve pêşberî dozger.
Hîna ev nûçe li nava çapemeniyê deng vedida, balkêşe bizîşkê yekem car dema Navalny hatî jehirdan û ew dermankirî jî mir.
Piştî vê rêveberiya Pûtîn hemû xwepêşandanên ku ji bo Navalny bên lidaxistin heta despêka biharê qedexe kir.
YE li ser rewşa heyî bifikare û ji bo vê Josep Borrell berê xwe da Moskoyê.

Serokê Mixalîfên Rûsya Aleksey Navalny bi helwesta xwe di hedefa deshilata serokê welat Vladimir Putîn de ye.

Deshilata Putîn ji bo Navalny girtî bimêne, di tevgerê de ye.

Putîn dozger xistine alarmê û doz pey dozê li dijî Navalny tê vekirin.

Navalny yê 2’ê Sibatê bi 3,5 sal cezayê girtîgehê lê hatî birîn, niha ji ber gotinek xwe ya di videoyekê de wê careke din derkeve pêşberî dozger.

Bi îdiaya Navalny “Rûmet û şeref nebaş nîşan daye” wê bê dadgehkirin.

Bizîşkê destpêkê Navalny derman kirî mir!

Bizîşk Sergey Maksimişin yê ku dema 20’ê Tebaxê Navalny hatî jehirdan ew dermankirî mir.

Nexweşxaneya Omsk ku mirina bizîşk Maksimişin yê 55 salî ku ragihandî li ser sedemê mirinê ti agahî parve nekir.

Navalny yê ji bo dermankirinê derbasî Almanya hatî kirin piştî 17’ê Çile vedigeriya welat hatibû binçavkirin.

Biryara girtina cezyê Navalny jî ji ber derketina wî ya ji welat bû.

Serokê Mixalîfan ev tewanbariyê derbarê wî de weke “şanoyekê” binav kiribû.

Xwepêşandanên ji bo Navalny heta despêka biharê hat qedexekirin

Desthilata Putîn bi biryare bi carekê mixalîfan bêdeng bike.

Dema ev biryar ji bo Navalny dihate girtin, ji rêveberiya welat biryarek din a balkêş derket.

Xwepêşandanên ji bo Navalny têne lidarxistin heta despêka biharê hatin qedexekirin.

Lê tevî vê yekê Berpirsê Tevna rêxistinî ya Navalny Leonid Volkov banga xwepêşandanan di dawiya hefteyê de kir.

Volkov di banga li ser hesabê Youtube yê Navalny kirî de daxwaza berfirehbûna xwepêşandanan kir.

Borrell ji bo Navalny berê xwe dide Mosko

Di vê navberê de YE li hember zextên destihata Pûtîn ya li ser mixalîfan bi fikare.

Berpirsê Bilind yê Polîtîkayên Parastin û Karê Derve yê YE Josep Borrell berê xwe da Moskova.

Borrell piştî hevîdtina bi wezîrê karê derve yê Rûsya Sergey Lavrov re daxuyanyek çapemeniyê dan.

Borrel fikarên YE li ser rewşa li Rûsyayê anî ziman .

Back to top button