Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbojartina Herêmî roj ji rojê zêdetir dibe .
Pê re jî coş û moralê gel bilindtir dibe .
Kurd, azerî û terekemeyên Îdirê, diyar kirin ku di hilbijartina 31’ê Adarê de rengê wan diyar e û gotin:
“Çi qasî dibin yek bila bibin yek. Ger HDP bi ser bikeve wê yekîtî çêbibe. Em ê raya xwe bidin HDP’ê.”
Rêxistina HDP’a Îdirê, namzetên HDP’ê yên Şaredariya Îdirê , ji bo hilbijartina 31’ê Adarê bênavber dixebitin.
Namzetên HDP’ê li her derî bi coş tên pêşwazîkirin.
Gelên li Taxa Emekê dijîn, diyar kirin ku rengê wan diyar e û ew ê hemû tifaqan pûç bikin û şaredariyê radestî HDP’ê bikin û gotin:
“Çi qasî dibin yek bila bibin yek.
Ger HDP bi ser bikeve wê yekîtî çêbibe.
Em ê dengê xwe bidin HDP’ê.”
‘DENGEK DIKARE GELEK TIŞTÎ BIGUHERÎNE’
Komîsyona Hilbijêrên Livdar a Wanê jî bi silogana “Dengek dikare gelek tiştî biguherîne” xebatên xwe didomîne.
Endamê komîsynê Farûk Goren got:
“Teqez divê hûn vî mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin.
Ger derfet û keysa we tune be jî, hûn dikarin serî li rêxistinên bajar û navçeyan ên partiya me bidin.”
LI AMEDÊ CIHÊ SINDOQÊN 15 HEZAR Û 885 HILBIJÊRÎ HAT GUHERANDIN
Li aliyê din Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), ji bo hilbijartina 31’ê Adarê, di 5’ê Adarê de li 7 navçeyên Amedê bi hinceta “ewlehiyê, li 7 navçeyên Amedê 70 sindoqan guherand û 14 sindoq jî kirin yek.
Piştî Walîtiya Amedê, di 22’yê Sibatê de serî li Desteya Hilbijartin da û got,
Li deverên navborî pirsgirêka “ewlehiyê” heye, YSK’ê ev biryar girt.
Bi guhertina van sindoqan re cihê dengê 15 hezar û 885 hilbijêrî hat guherandin