Li Kerkûkê, 6 DAIŞ’î hatin girtin û 6 nuqte hatin kontrolkirin

Li gel zêdebûna tevgera terora DAIŞ’ê li Iraqê, operasyonên li dijî wê rojane firehtir dibin û herî dawî 6 çete hatin girtin.

Ajansa Istixbaratî ya girêdayê Wezareta Hundir a Iraqê, Înê girtina 6 çeteyên DAIŞ’ê li deverên cuda yên parêzgeha Kerkûkê, di encama operasyonên hêzên wan de, ragihand.

Ajansê her wiha da zanîn ku 6 nuqteyên çeteyan li El-Hiwêca û Daqûq hatin kontrolkirin û hin mayîn, top û alavên lojistîk hatin desteserkirin.

Li Kerkûkê, 3 leşkerên Iraqî hatin birîndarkirin

Di eyn rojê de, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî leşkerên Iraqê li 2 gundên bajarokê Daqûq yên heman parêzgehê kir.

Li gorî agahiyan di encama êrîşê de, 3 leşkerên Iraqê birîndar bûn.

Li navenda heman bajarokî dengê teqînan jî hat bihîstin, lê sedema wan
nehate zanîn.

Back to top button