Amerîka dê Hûsiyan ji lîsteya terorê derxe

Amerîka biniyaz e biryara xistina Hûsiyan ji bo lîsteya terorê, careke din di ber çavan re derbas bike.

Li gorî Ajansa Fransî ya Nûçeyan “AFP”, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Tony Blinken Înê, Kongress agahdar kiriye ku rêvberiya Biden dixwaze Hêzên Hûsî ji lîsteya terorê derxîne.

Berdevkê NY Stéphane Dujarric jî ragihand ku NY ev helwesta Amerîkayê weke gaveke erênî nirxand.

Ji ber li gorî NY, dê ev yek bihêle bi milyonan Yemeniyên birçî bi xwarin û pêdiviyên sereke yên jiyanê bibin û ji mirinê bifilitin.

Rêveberiya berê ya Amerîkayê, 19 Çileyê biryara xistina Hûsiyan bo lîsteya terorê dabû.

Back to top button