Berxwedana girtiyan a greva birçîbûnê ji bo rakirina tecrîdê di roja 72’an de didome. Rêxistina ACCP a Ganayî jî tevlî pêngava “Ji Ocalan re azadî” bû. Endamê Komîteya Azadiya Rêbertî, Ferzende Munzir bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîdê şermezar kir û destnîşan kir ku siyasetên CPT bi siyasetên Erdogan re hevseng in.
Ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan li girtîgeh û li dervî wê berxwedan mezin dibe.
Girtiyên PKK û PAJK’ê li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye û 72 roj in li ber xwe didin.
Çalakiya li Mexmûrê di roja 51 û ya li Yûnenistanê jî roja 34 de ye.
Rêxistina ACCP a Ganayî tevlî pêngavê bû
Pêngava navneteweyî ya bi daxwaza azadî û şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan hatibû destpêkirin, her roj diçe rêxistinên nû tevlî wê dibin.
Rêxistina Yekîtiya Projeya Civakî ya Xuliqkar (Aliance Creative Communitey Projet) a Ganayî nameyek ji NY re şand û tevlî pêngava “Ji Ocalan re azadî” bû.
Her wiha rêxistinên Norwecî jî piştgirî da heman pêngavê.
Ferzende Munzir: Siyaseta CPT bi siyasetên Erdogan re hevseng e
Endamê Komîteya Azadiya Rêbertî, Ferzende Munzir diyar kir ku “Ji Ocalan re azadî” ya li Afrîkayê, welatên Ereb û Ewropayê hatine destpêkirin, dupat dike ku rêber Ocalan sembolek cîhanî ye û ji bo mirovahiyê têdikoşe.
Munzir bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîdê şermezar kir û destnîşan kir ku siyasetên CPT bi siyasetên Erdogan re hevseng in.
Ferzende Munzir da zanîn ku armanca Komîteya Azadiya Rêbertî ew e ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan belav bike, ji ber xwedîderketina li Ocalan, xwedîderketina li mirovahî û rûmetê ye.
Kemal Bulbul: Divê rêxistinên civaka sivîl bi berpirsyarî tev bigerin
Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul jî diyar kir ku li dijî tecrîdê divê rêxistinên civaka sivîl bi berpirsyarî rabin û got:
“Divê hemû rêxistinên civaka sivîl werin cem hev û xwedî li daxwazên berxwedêrên grêvên birçîbûnê derkevin.”
Prof. Andrej Grubacic: Dîlgirtina Ocalan cihê fikar û şermê ye
Li aliyekî din jî, Prof. Andrej Grubacic destnîşan kir ku berdewamkirina dîlgirtina Ocalan cihê şermê ye û tecrîda girankirî jî kirêt e û neyê pejirandin.
Grubacic got:
“Ji bo azadiya Ocalan em ê li ser hemû hikumet û saziyên navneteweyî yên cîhanê zextê çêkin.”