Marotto: 19 operesyon li dijî DAIŞ’ê pêk hatin, 12 çete hatin girtin

Berdevkê Hêzên Koalîsyona Navnetewî ragihand ku ji Sibatê vir ve, 19 operesyon li dijî DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê pêk hatine, tê de 12 çete hatin gitin. Malpere Monitor a Amerîkî jî bi raporekê teqez kir ku dewleta Tirk bi rêya darayî hewl dide DAIŞ’ê careke din zindî bike.

Ji Sibatê û vir ve, 19 operasyon li dijî DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê pêk hatine, tê de 12 çete hatin girtin.

Berdevkê Hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê Wayne Marotto der barê operesyonan de, ev yek bi zimanê Kurdî li ser twîttera xwe bi par ve kir.

Wayne Marotto destnîşan kir ku hevkarên wan 19 operesyon li dijî DAIŞ’ê pêk anîn û 12 çeteyên li Iraq û Sûriyê ku hewl didan kirinên terorîst bikin, hatin girtin.

Marotto ji bo alîkarî û girtina çeteyan jimarên telefonan jî diyarkirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê jî, bi westan daye ser pişta van hovan…

Û ji bo tolhildana şehîdxistina herdu berpirsên Meclisa Til Şayîrê Seda Feysel El-Hermas û Hind Letîf El-Xidêr, li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê, duh operasyonek berfireh da destpêkirin.

Ev oparasyon wê tevahî çola Dêra Zor û sînorê navbera Sûriye û Iraqê bigire dest.

Di nava 24 saetên destpêkê yên oparasyonê de, bi ser dehan nuqteyên çeteyan de hate girtin, bi dehan kes hatin girtin û gelek cebilxane jî ketin destê şervanan.

Tevgera DAIŞê, piştî têkçûna wê li ser QSD di nava kêmî 2 salan de, pir zêde bûye, nemaze li bejahiya Sûriyê.

Li sêgoşeya vê bejahiyê, meha borî bi tenê, 547 sivîl û leşkerên hikumeta Şamê bûn nêçîra çeteyan.

Monitor: Enqera bi piştevaniya darayî DAIŞ’ê zindî dike

Malpera el-Monitor a Amerîkî jî bi raporekê teqez kir ku dewleta Tirk hewl dide DAIŞ’ê careke din ji nû ve zindî bike ew jî bi rêya derbaskirin û hêsankirina bi milyonan dolar bo çeteyan di ser xaka xwe re.

Monitor piştrast kir ku hîna Enqereyê piştevaniya derayî ji bo çeteyên DAIŞ’ê bi dawî nekiriye.

Li gorî rapora Monitora Amerîkî;

Veguhestinên dravî ji bo çeteyên DAIŞê, bi rêya kompayayên xizmeta darayî li Kampa Holê pêk hatin.

Pere bi rêya berîdê hatin veguhestin, ew jî di sînorên biyabana vekirî ya navbera Iraq û Sûriyê re.

Wezareta Gencîneya Amerîkî jî berî niha dabû zanîn, rejîma Tirkiye çavên xwe ji veguhestina jimarên mezin ên pereyan bo DAIŞê digire.

Herî dawî jî, Konseya Ewlehiyê ya NY di raporeke xwe de eşkere kir ku DAIŞ û El-Qayîdê hîna li ser Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê xeter in.

NY diyar kir ku çeteyên DAIŞê rêzeçiyayên Hemrîn li parêzgehên Diyale, Kerkûk û Selaheddîn ên Iraqê wekî stargehên ewle bi kar tînin.

Li Sûriyê jî li herêma Dêra Zorê û li Idlibê ya li jêr dagirkeriya Tirkiyê ye, bi cih dibin.

Back to top button