Weke her roj , duh dîsa li ser Eyn Îsayê, êrîşên dagirkeran hebûn. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe çend gundên navçeyê careke din topbaran kirin.
Duh derengî şevê jî, rêya M4, gundê Mişêrfê û xweringeha El-Nexîl yên naveçya Eyn Îsayê, hatin topbarankirin.
Beriya wê jî artêşa dagirker gundê Mielek û seyda kiribûn armanc.
Li gorî navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, artêşa dagirkeriyê 3 baregehên leşkerî yên din, li nêzî rêya M4 û gundewarên navçeya Eyn Îsayê ava kirin.
Bi vê yekê, hejmara wan dibe 10 û ew jî li derdora gundên Cehbel, Meilek, Seyda û xwaringeha Seqir in.