Endamê Meclisa Partiyê a HDP’ê Dogan Erbaş: HDP rola muxalefeta esasî dilîze

Partiya Demokratîk a Gelan HDP derbarê kampanyaya xwe ya nû ku wê 8’ê sibatê bide destpêkirin amadekariyan didomîne.
Endamê Meclisa Partiya HDP’ê Dogan Erbaş destnîşan kir ku wê tecrîda li ser Rêber Ocalan û berxwedana zindanan sernavên girîng ên kampanyayê bin.

Endamê Meclisa Partiya HDP’ê Dogan Erbaş li ser kampanyaya HDP’ê ku wê 8’ê Sibatê ragihîne ji ANF’ê re nirxandin kir.

Dogan Erbaş diyar ku wê gavên bi hêz bavêjin û ji bo demokratîkbûna Tirkiyê partiya wan xwedî cihekî taybet e.

Erbaş got:

“HDP rola muxalefeta esasî dilîze.

Tevî hemû êrîş û kampanyayên reşkirina muxalefet û partiya HDP’ê, lê her diçe muxalift bihêz dibin û rêya xwe didomînin.”

Dogan Erbaş destnîaşn kir ku ew dixwazin bi muxalefeta civakî re bi awayekî hevpar tevger bikin û bi hêza hevpar a gel re bi pêngaveke nû re dest bi çalakiyan bike.

Dogan Erbaş: Ji bo bilindkirina dengê muxalefetê, kampanya tê destpêkirin

Endamê Meclisa Partiya HDP’ê Dogan Erbaş anî ziman ku wê li dijî bloka AKP-MHP’ê ya dixwaze rejîmeke nû ava bike û dengê hemû muxalefetê qut bike, kampanyaya xwe di 8’ê sibatê de bidin destpêkirin.

Hat ragihandin ku wê pêngava yekem a kampanyayê wê 4 mehan dom bike ku pêngaveke demokrasî û siyasî ya nû ye.

Dogan Erbaş: Rakirina tecrîda ser Ocalan wê mijara kampanyayê be

Her wiha wê rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan û girtiyên ku greva birçîbûnê dane destpêkirin mijarên esasî yên kampanyayê bin.

Endamê Meclisa Partiya HDP’ê Dogan Erbaş diyar kir ku tecrîd li Tirkiyê bûye sîstemek a rêveberiyê û taknîkek a desthilatê û got:

Dogan Erbaş: ]dî dema azadiya Ocalan hatiye

“Yê tê tecrîdkirin ne Birêz Ocalan e, lê vîna gelê Kurd e.

Êdî demê azadiya Ocalan hatiye.

Êdî kampanyayek ya divê êdî azad bibe heye.”

Back to top button