
Desthilatdariya Erdogan li Tirkiyê azadiya ragihandinê nehiştiye.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat’ê rapora binpekirina mafên rojnamegeran a meha Çile eşkere kir. Komeleyê diyar kir ku di meha Çile de li Tirkiyê 4 rojnameger hatin binçavkirin, rojnamegerek hat girtin û 46 rojnameger jî hatin darizandin.
Li Tirkiyê ji ber faşîzma desthilata AKP-MHP’ê azadiya ragihandinê nemaye û roj bi roj zext û êrîşên li ser rojnamegeran jî zêde dibin.
Desthilatdariya Erdogan piraniya ragihadina dijberê xwe bi girtin û zextan ve bêbandor kir hin sazî jî girtin.
Lê ragihandina azad tevî girtin û binçavkirinan jî xebatên xwe didomîne û li hemberê êrîşan li ber xwe dide.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê derbarê binpêkirina mafên rojnamegeran li Tirkiyê rapora meha çile eşkere kir.
Komeleyê diyar kir ku ji ber zext û girtina zêde ya li dijî rojnamevanan ew ji neçarî her meh raporê parvedikin.
Komeleyê dazanîn ku desthilatdariya Tirkiyê sazî û rojnemevanê ku propangandaya wan nakin weke terorîst pênase dike û got:
“Yên derdikevin derveyî sînorê wan dibin hedefa desthilatê û wekî “terorist” tên îlankirin.
Rojnameger ne ew kesên ku propaganda ji desthilatê re dike ye. Ew kesê ku her tim rastiyan dinivîse û gel ronî dike ye.
Divê desthilatdarî êdî vê yekê fam bike û dest ji gotinên xwe yên rojnamegeran dike hedef berde.”
Komeleyê diyar kir ku ti zext wê nikaribe rastiya ji holê rake û ewê di her şert û mercê de xebatên xwe yên ronîkirina rastiyan û rojnamegeriyê bidomînin.
Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê binpêkirinên di meha çile de ku pêk hatine wiha rêz kir.
4 rojnameger hatin binçavkirin, rojnamegerek hat girtin, 11 rojnameger rastî êrîşê hatin û xebatê wan hate astenkirin.
Derbarê 8 rojnamegeran de lêpirsîn hat vekirin.
5 rojnameger bi 12 sal û 4 meh û 12 rojan hatin cezakirin.
46 rojnameger hatin darizandin.
Saziya Ragihandiê ya Tirkiyê 2 saziyên çapemeniyê ceza kir.
88 rojnameger heta niha girtîne.
Dewleta Tirk di mijara azadiya ragihandinê de di nav 180 welatan de di rêza 154’an de ye.