Macron: Bi Rûsya re danustandin nebe li Ewropa aramî pêk nayê

Di navbera YE û Rûsya de dijberiya heyî zêde dibe.
Serokomarê Fransa Emmanuel Macron got,
ji bo aştî, parastin û aramiyê divê di navbera Rûsya û Ewropa de danustandin hebin.

Emmanuel Macron di hevdîtina bi rêya vîdeo konferans ya bi serokwezîra Almanya Angela Merkel re helwesta welatê xwe ya li ser kiryarên Rûsya diyar kir.

Macron diyar kir ku dîrokek wan ya hevpar bi Rûsya re heye û wiha got:

Rûsya li Ewropa ye.

Hebûna dansutandinên me yên dayîmî bi Rûsya re di berjewendiyên me de ye.

Serokomarê Rûsya anî ziman ku wê danustandinên wan yên bi Moskova re bidome û ev tişt anî ziman:

Ger danustandinek me ya hişk bi Rûsyare re nebe, li Ewropa wê aştî, parastin û ewlekarî pêk neyê.

Macron zextên li ser Serokê Mixalîfan Aleksey Navalny pêk tên jî bi tundî şermezar kir.

Back to top button