Li rojavayê Hemayê 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin 8 jî birîndar bûn

Li rojavayê Hemayê, di encama êrîşên çeteyan de 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin, li Çolistana Sûriyê jî, 18 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên dawleta Tirk êrîşê devarên hêzên hikumeta Şamê li gundê El-Fetatra yê gundewarê Rojavayê Hemayê kirin.

Di encamê de 4 leşkerên hikumetê hatin Kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Duh li gundê Xirbet Naqûs ê rojavayê Hemayê, di encama êrîşa hêzên hikumtê otobûseke çeteyên partiya Îslamî ya Tirkistanî de 8 çete hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Li çolistana Sûrî 18 çeteyên DAIŞ’ê bi êrîşên balafirên Rûs hatin kuştin

Li çolistana Sûrî ya di navbera sêgoşeya Heleb, Hema û Reqayê, Balafirên Şer yên Rûsyayê di nav 24 seatan de zedeyî 130 êrîşên esmanî li dijî DAIŞ’ê pêk anîn.

Çavdêriyê ragihand ku Îro balafirên şer yên Rûsyayê 30 êrîş li deverên sêgoşiya Heleb, Hema û Reqayê pêk anîn di encamê de 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Duh jî, di encma100 êrîşên ku balafirên Rûsî li heman deveran pêka anî bû, 11 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Back to top button