Di çarçoveya operasyona QSD`ê de ya ji bo tolhildana her du jinên Til Şayir Seida û Hind, li navçeya Deşîşa tuneleke çeteyên DAIŞ`ê hat dîtin.
QSD`ê duh ragihandibû ku ji bo tolhildana her du jinên meclîsa Til Şayir a Dêrazorê bi beşdariya YPG û YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, li herêma Dêrazorê heta sînorên Iraq-Sûriyê, li dijî çeteyên DAIŞ`ê operasyoneke berfireh dest pê kiriye
Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê, di operasyonê de heta niha bi dehan çeteyên DAIŞ`ê li herêmê hatine girtin.
Her wiha di çarçoveya operasyonê de li navçeya Deşîşa tuneleke girêdayî çeteyên DAIŞ`ê hate dîtin.