NY: ME NAMEYEK BIHÊZ GIHAND REJÎMA SÛRÎ

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ew dixwazin derbasî tevahî herêmên Sûrî yên koçber lê vedigerin bibin.

Komîserê Neteweyên Yekbûyî yê Karûbarên Penaberan Filippo Grandi di dawiya serdana xwe ya Sûriyê de axivî û wiha got:

Pir girîng e ku rêxistinên weke rêxistina min, li tevahî herêmên koçber lê vedigerin, hebe.

Filippo Grandi têkildarî şêweyê kar jî ev tişt anî ziman;

Divê em bikaribin çûnûhatinên koçberan çavdêr bikin û alîkariyê bidin wan.

Grandi di kongreke çapemeniyê de ya li Paytexta Lubnan Beyrûtê jî diyar kiribû ku wî nameyek ji rejîma Sûrî re şandibû.

Leave a Reply

Back to top button