Li Myanmar ya ku artêşê darbeya leşkerî lê pêk aniye, bi hezaran kes daketin kolanan û darbe şermezar kirin.
Artêşê 1’ê Sibatê bi hinceta di hilbijartina 8’ê Mijdara 2020’an de nelirêtî pêk hatiye darbeya leşkerî pêk anîbû.
Li dijî darbeyê gel dadikevin qadan û xwepêşandanan lidar dixin.
Artêşa darbekar ji bo pêşî li xewpêşandanan bigre, hewil dide malperên tevna civakî û înternetê bide rawestandin.
Herî dawî li welat bi mobailê xwe gihandina înternetê hate astengkirin.
Beriya niha jî artêşa darbekar, vekirina malperên tora civakî yên Facebook, Twitter û Instgramê asten kiribû.
Ev biryarên artêşa darbekar bû sedema ku li welat bi hezaran xwepêşandêr dakevin qadan û rê li hatin û çûnê bigrin.