DYA ji Tirkiyê dixwaze S-400 gel xwe ne hêle

DYA’yê ragihand ku rêveberiya wan a nû dê qedexeya kirîna balafirên F-35 ku rêveberiya berê, ji ber kirîna sîstema S-400 a Rûsyayê li ser Enqereyê ferz kiribû, raneke.

Malpera Defense One di nûçeyek xwe ya spartî, berpirsekî payebilind ê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê de got,

Wê rêveberiya Joe Biden qedexeya kirîna balafirên F-35 ku rêveberiya Donald Trump li ser dewleta Tirk ferz kiribû, raneke.

Li gorî Washingtonê, dibe ku sîstema S-400 a Rûsyayê agahiyên teknolojîk ên li ser balafirên pêşketî yên Amerîkayê eşkere bike.

Berdevkê Pentegonê John Kirby di daxuyaniya çapemeniya doh ji rojnamevanan re li ser mijarê, agahî da.

Kirby got, dewleta Tirk hevalbendekî kevn ê NATO`yê ye, lê belê biryara wan a kirîna moşekên S-400 ne li gorî berpirsyarên dewleta Tirk ên hevalbendiya DYA û NATO`yê ye.

Kirby wiha lê zêde kir:

Helwesta me nehatiye guhertin.

S-400 ne li gorî F-35’an e, dewleta Tirk ji sîstema S-400 hate dûrxistin.

Em bang li dewleta Tirk dikin ku moşekên S-400 li cem xwe nehêle.

Back to top button