NY banga rêzgirtin û hevkariya ji bo rêveberiya Lîbyayê re kir

Belê piştî zêdeyî 3 mehan ji danustandinên Foruma Danustandinên Sisyasî ya Lîbya herî dawî hikumeta demkî hate hilbijartin.
Bi hilbijartina hikumetê re, Sekreterê Giştî yê NY Guterres peyama keyfxweşiyê da û banga piştevaniyê ji welatên cihanê kir.
Li ser vê yekê ji DYA heta Fransa, Almanya, Îtalya û Îngilistanê peyamên keyfxweşiyê hatin dayîn.

Piştî hilbijartina hikumeta demkî ya Lîbya, ji gelek welat û rêxistinên navnetewî peyamên piştevanî û hevkariyê hatin dayîn.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres ji bo hikumeta demkî ya ku dê welat heta hilbijartina 24’ê Kanûnê bi rêve bibe keyfxweşiya xwe anî ziman.

Guterres diyar kir ku ev pêvajo ji aliyê tevahî hêmanên Lîbyayê ve hatiye pejirandin û bi awayekî zelal û giştî pêk hatiye.

Ji bo aştiya li welat pêk were jî îşaret bi hevkariya li gel hikumeta welat hate kirin.

Ji DYA heta Ewropa peyamên piştevaniya bo hikumeta Lîbya hatin dayîn

Her wiha ji Ewropa û Amerîka jî peyamnên piştevaniyê hatin dayîn.

DYA, Fransa, Almanya, Îtalya û Îngilistanê bi daxuyaniyeke hevbeş hikumeta demkî ya Lîbyayê bi keyfxweşî pêşwazî kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya wezîrên Karê derve yê van welatan de, piştevaniya Foruma Danustandinên Siyasî ya Lîbyayê hate kirin.

Her wiha bi peyamên cuda jî, Wezîrê Karê Derve yê Almanya Heiko Maas, Wezarê Karê Derve yê Malta Evarist Bartolo û Wezareta Karê Derve ya Îtalya piştevaniya xwe anîn ziman.

Wezîran gava hatî avêtin weke kevirê bingehîn yê çareseriya aloziya li Lîbya bi rêya aştiyane pênase kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ji 23’ê Cotmeha 2020’an ve ji bo çareseriya siyasî ya Lîbya bi pêşengtiya NY, Foruma Danustandinên Siyasî ya Lîbya ku ji 75 endamên ji herêmên cuda yên Lîbya pêk dihat, hatibû destpêkirin.

Back to top button