Cenazeyên 104 qurbaniyên gûndê Koço li Şengalê hatin veşartin

Cenazeyên 104 welatiyên Êzidî ku ji aliyê DAIŞ’ê de hatibûn şehîd xistin îro bi merasîmekê li Şengalê hatin veşartin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser komkujiya gundê Koço û got: “Em ê wek jinên êzidî nehêlin ku dubare fermanek li ser civaka me pêk werê.”
Yekitiya Êzidiyên Sûriyê û Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê jî bi merasîmekê qurbaniyên komkujiya gundê koço bibîranîn.

DAIŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an dema êrîşî Şengalê kiribû, komkujiyeke mezin pêk anî.

Heta niha li gundê Koço 18 gorên komî ku tê de cenazeyên 407 êzidiyan hebûn, hatine dîtin.

Piştî 6 salan, hin tîmên hikumeta Iraqê û tîmên navneteweyî piştî ku cenazeyên 104 kesan dîtin û testên wan çêkirin, nasnameyên wan diyar kirin.

Piştî derxistina wan cenazeyan, ji bo testa DNA’yê biribûn Bexdayê.

Îro jî cenazeyên 104 êzidiyan bi merasîmekê li Şengalê hat veşartin.

Derbarê mijarê de, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ daxuyaniyekê nivîskî weşand û got:

Em di şexsê Şehîdên Koço de tevahî şehîdên 74 fermanan, bi bîr tînin.

TAJÊ da zanîn ku bi dehan gorên komî hene, bi hezaran keç, jin, zarok, xort, pîr û kal ketin destê DAÎŞ’ê.

Di dawiyê de TAJÊ diyar kir ku gelê êzidî wê bi vegera li ser ax û warê xwe xwedî li şehîdan derkevin û bibin bersiv ji ferman û komkujiyan re.

Li Dirbêsiyê qurbaniyên komkujiya gundê Koço hatin bibîranîn

Yekitiya Êzidiyên Sûriyê û Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê jî ji bo 104 qurbaniyên gundê Koço li gundê Xirbet Xezal ê navçeya Dirbêsiyê, merasîmek li dar xist.

Di merasîmê de hevserokê Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Farûq Tozo şehîdê Şengalê bibîranî.

Farûq Tozo diyar kir ku êdî xelkên Şengalê ne bi tenêye, hêza wan bi xwe heye û YPG YPJ û tevgera azadî jî li pişt wan e.

Endamê rêveberiya TEV-DEM’ê yê şaxê bajarê Hesekê Ferhad Dawûd jî di merasîmê da axivî balkişand li ser planên li ser Şengalê û got:

“Tevî ku YBŞ hat avakirin jî, lê dewleta Tirk, Iraq û PDK planeke nû li ser Şengalê amade dikin û dixwazin gelê êzidî yê li Şengalê qir bikin.

Divê em bi yekîtiya xwe pêşiya komkujiyan bigrin”

Li gorî Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê di komkujiyê de 505 kes hatin qetilkirin, ji wan 420 zilam û 85 zarok û jin bûn.

Her wiha hezar û 206 kes hatin revandin, ji wan 710 kes hatin rizgarkirin û çarenûsa yên mayî jî ne diyar e.

Back to top button