KOÇBERÊN LI TIRKIYÊ DI NAVA LEPÊN ORGANÊN MAFYA DE NE

Diyar bû ku penaberên ji şerê navxweyî yê Sûriyê reviyan û xwe li Tirkiyê girtine, li saziyên tenduristiyê yên fermî yên li Enqereyê gurçikên xwe firotine mafya organan a li qada navneteweyî dixebite.

Televîzyonê ARTE ku bi zimanên Fransî û Almanî weşanê dike, li ser drama penaberên Sûriyî yên xwe li Tirkiyê girtine dokûmanterek weşand.

Di dokûmanterê de bi taybetî bal hate kişandin ser çîroka penaberên Sûrî yên ketine destê mafya organan û hate ragihandin, penaber ku ji bo birçî nemînin, yan jî ji bo karibin werin welatên Ewropayê neçar mane ku gurçikên xwe bifiroşin.

Dokûmanter qala bûyerên bi serê jineke penaber a Sûriyî ya li Hatayê dike ku neçar ma di berdêla 5 hezar Euro de gurçika xwe bifiroşe.

Penaber bal dikêşînin li ser bê-edaletiya li hemberî wan hatiye kirin û dibêjin;

Ji derveyî firotina organên xwe ti rêyeke din ji mirovan re nahêlin.

Her wiha tê gotin li Tirkiyê piştî bazirganiya madeyên hişbir karê herî zêde tê kirin bazirganiya organên mirovan e.

Leave a Reply

Back to top button