Gelê Tunisê li dijî hikumetê daket qadan

Gelê Tunisê bi dirûşmeya”Biçe” daket qadan û banga hilweşandina hikumeta li welat û serbestberdana girtiyên siyasî kirin.

Bi wesîleya salvegera 8’an a qetilkirin muxalifê siyasî Şukrî Belîd, gelê Tunisê di nav de hêzên siyasî, zêdetirî 60 rêxistinên mafên mirovan û partiyên siyasî yên muxalif xwepêşandan li dar xistin.

Xwepêşandêran li naverasta paytexta Tunisê; dirûşmeya “Biçe” li dijî hikumetê beriz kirin, her weha hikumet bi çewisandina azadiyan û ne-pêkanîna daxwazên gel tawanbar kir.

Di meha derbasbûyî de li gelek bajarên Tunisê li dijî siyaseta çewisandinê xwepêşandan hatin lidarxistin, banga siyaseteke civakî ya edilane û serbestberdana bi sedan xwepêşandêran hate kirin.

Back to top button