Dêra zorê..di encama êrîşekê de kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû

Li Dêra Zorê êrîşek ji hêla kesine nenas ve pêk hat, di encamê de Kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê, kesên nenas gule li şêniyê bi navê Ehmed El-Nasir û hevsera wî reşand, di encamê de hevjîna wî yekser hate kuştin û ew jî bi giranî birîndar bû.

Tê gotin ku Ehmed El-Nasir xwediyê firina bajarokê Zeyban e.

Beriya vê, rûspiyê qebîleya El-Egîdat şêx Hisên Înad El-Mûfdî jî li gundê Ebû El-Nîtil yê Dêra Zorê, bi mayînekê hat armanckirin, lê tenê ziyanên madî çêbûn.

Ev hemû sûc û kirin, hewldan in ji bo têkbirin û xerakirina aramiya herêm ne, lê belê QSD’ê û hemû hêzên parastinê, ji bo pûçkirina van hewildana ndi nava xebatê de ne.

Back to top button