Li Efrîna dagirkirî jî kirin û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê, bi taybet li dijî dîrok û xwezaya wê, bênavber in û ranawestin. Niha dewleta Tirk û çeteyên xwe Girê Til Şorbe xerab dikin.
Malpera Afrîn Post ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê, Girê Til Şorbe ya li gundewarên Efrînê xerab û talan dike.
Ne tenê girên dîrokî, malperê da zanîn ku darên zeytûnan temendirêj jî ku li ser gir û derdorê jî hemû dane birîn.
JI dema dagirkirina Efrînê û heta niha, dewleta Tirk û çeteyên wê nasnameya wê ya dîrokî çanda kurdî binpê dike.
Dagirkeran ji navçeyên Cindirêsê û Şiyê 6 sivîl revandin
Li gorî nûçeya ANHA’ê, çeteyan li ser rêya Efrîn – Ezaz şêniyê bi navê Rûhat Wehîd Mistefa (37)yê ji gundê Erendê yê Şiyê revand.
5’ê Sibatê, çeteyên dewletaTirk a dagirker ji gundê Kefer Sefrê yê Cindirêsê 5 ciwanan revandin.
Hat zanîn ku bi armanca standina pereyan, çeteyan ciwanên bi navê Ehmed Hesen Mamed, Hesen Hesen Has, Murad Seydo Xilo, Ebdo Mihemed Mecîd û Mihemed Xelîl Murad revandin.
Heya niha jî çarenûsa kesên ku hatin revandin na diyar in.