Hecî Resûl: PDK û ENKS’ê xiyaneta herî mezin li Kurdan dikin

Hecî Resûl ku endamekî berê yê PDK’ê ye diyar kir ku PDK û ENKS bi hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re xiyaneta herî mezin li Kurdan dikin. Hecî Resûl destnîşan kir ku eger ENKS’ê yekîtiyê dixwaze, divê ji dewleta Tirk û çeteyên wê qut bibe. 

Endamê berê yê PDK’ê Hecî Resûl sala 1961’ê tevlî raperîna gel a li Başûrê Kurdistanê bû û gelek caran bi Mele Mûstafa Barzanî re hevdîtin kir.

Hecî Resûl anî ziman ku PDK û ENKS li gorî daxwaza dewleta Tirk tevdigerin û bi vî rengî PKK’ê û Şoreşa Rojava dikin armanc û xiyaneta herî mezin li Kurdan dikin..

Hecî Resûl diyar kir ku wî PDK û PKK baş nas kir û qala cudahiya di navbera her du partiyan de kir û got:

“PKK’ê Şengal û Rojava ji DAÎŞ’ê rizgar kirin.

Şoreşa Rojava xurt kir û şehîd di ber re dan.

Lê belê PDK ne bi vî rengî ye.

PDK û nîvê pêşmergeyan bazirgan in.

Ji bo berjewendiyên xwe û bazirganiyê tevlî şoreşê û partiyê bûne.

Eger pêşmergeyên PDK’ê şer kiriba li Şengalê komkujî çênedibû.

Eger pêşmergeyan şer kiriba îro Kerkûk wê di destê Kurdan de ba.

Cîhan hemû dizane ku PDK bêyî dewleta Tirk nikare gavekê biavêje.

Alîkariyê dide Tirkiyê ku dijminê Kurdan e.”

Hecî Resûl: Eger ENKS’ê yekîtiyê dixwaze bila ji dewleta Tirk qut bibe

Hecî Resûl sûc û binpêkirinên dewleta Tirk li Efrîn û Serê Kaniyê bi bîr xistin û diyar kir ku eger ENKS’ê yekîtiyê dixwaze, divê ji dewleta Tirk û çeteyên wê qut bibe.

Back to top button