Cîhan Xidiro: Em îsal projeyên pêxistina aboriya jinan pêk bînin

Desteya Jina Rêveberiya Xweser ji bo pêşxistina rewşa jinan li herêmê wê gelek projeyên teybet bi jinan pêk bînin.

Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser Cîhan Xidro diyar kir ku ew îsal li ser projeyên pêşxistina aboriya jinan dixebitin.

Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro destnîşan kir ku ew îsal li ser projeyên pêşxistina aboriya jinan dixebitin.

Di civîna salane ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser de ku 18ê Çileya borî pêk hat, plansaziya 2021’an a Desteya Jin hate eşkerekirin.

Cîhan Xidro diyar kir ku îsal dê gelek projeyên ku karên jinan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêş bixin û piştgiriya aboriya jinan bikin, çêbibin.”

Seroka Desteya Jinan Cîhan Xidro eşkere kir ku Koordînasyona Jinan wekî beşek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate erêkirin.

Piştgirî û pêşxistina projeyên jinan bê kirin.

Akademiyeke pîşesaziyê ya girêdayê jinan were vekirin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê malên parastina jinan were vekirin.

Navendên çaksaziyê û amadekariyên taybet bi jinan bên sererastkirin û berfirehkirin.

Navendaên xwedîkirina zarokên li gel dayikên xwe yên li navendên çaksaziyê werin vekirin.

Cîhan Xidro diyar kir ku Desteya Jin dê pêngavên perwerdê, dewre û amadekariyên jinan zêdetir bikin û dê li dijî diyardeya bikaranîna zarokan û parsektiyê bisekinin û dê cihên taybet û baldariyê ji bo kesên temenbiçûk ji her du zayendan ku sûc kirine werin vekirin, ew jî dema cezayên wan bi dawî bûn.

Serokê Desteya Jin da zanîn ku dosyayên taybet bi sûcên li dijî jinan dê werin amadekirin û bi hevkariya Komîteya Qanûnan a Rêveberiya Xweser pêşkêşî rêxistinên navneteweyî bikin.

Desteya Jin par gelek proje bi pêş xistin, ji wan li herêmên cuda 6 baxçeyên zarokan vekirin.

Li Dêra Zorê û Reqayê 2 kargehên dermanên paqijiyê vekirin, li herêma Firat û Dêra Zorê jî komelgehên meywe û sebzeyan vekirin.

Her wiha li Minbicê jî werşeya dirûtinê vekir û li bajarê Reqayê jî cihê şîranî (pasta) vekir.

Back to top button