13 çeteyên DAIŞ’ê li Bexdayê hatin girtin

13 çeteyên DAIŞ’ê li Bexdayê di çarçoveya operesyonên li dijî terorê hatin girtin.

Wezareta Hundir a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan gelek operesyon li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Bexdayê pêk anîn.

Di van operasyonan de 13 çeteyên DAIŞ’ê li deverên cuda yên Bexdayê hatin girtin.

Li gorî wezaretê, çeteyên ku hatine girtin li xwe mikur hatin ku tiliyên wan di êrîşên terorî li Kerkûk û Nînewayê de hebûn.

Roja Înê jî, 6 çeteyên DAIŞ’ê li deverên cuda li parêzgeha Kerkûkê, hatin girtin.

Back to top button