Rûsipiyên Kurd: Siyaseta PDK’ê dê deriyê metirsiyê lê veke

Rûspiyên kurd ên kantona Qamişlo û şêxên Ereb ên Reqayê anîn ziman “Hevgirtina pêkhateyan ji demên berê xurtir bûye, ji ber wê zehmet e tevlîhevî di navbera wan de derkeve.” Rûspiyan bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku li pey siyaseta Erdogan nekeve û bang li hikûmeta şamê jî kirin li hemberî van êrîşan bi erka xwe rabe.

Dewleta Tirk û hovên xwe, hewl didin dagirkeriya xwe berfireh bikin û sûcên xwe li dijî sivîlan duqat bikin..

Di 23 çileya borî de piştî serdana wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar a li Bexda û Hewlêrê, Erdogan gefa êrîşê li dijî Dêrik û Şengalê xwar.

Rûspî û serokeşîrên kurdan ên kantona Qamişlo ji PDK’ê dixwaz dikin ku nebe hevkarê dagirkeriya Tirk.

Çavdêrê giştî yê Meclisa Rûspiyan a kantona Qamişlo û rûspiyê eşîra Tai ya Kurd, Hewas Cidêi diyar kir ku gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê û bi taybetî li ser Dêrik û Şengalê ne nû ne .

Rûspiyê eşîra Tayi bang li Hikûmeta Başurê Kurdistanê kir ku ji bin xefka dewleta Tirk derkevin û piştgiriyê bide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Koordînatorê giştî yê Meclisa Eşîra herêma Rojhilat û rûspiyê eşîra Harûnî, Osman Îbrahîm jî ji bo bidawîkirina êrîş û gefan îşaret bi danûstandinên kurdî-kurdî û Kurdî-Erebî kirin.

Rûsipiyên Ereb ên Reqayê: Hevgirtina gelên herêmê ji berê zêdetir bûye

Li aliyekî din, Şêxê eşîra El-Sebxa ya li Reqayê Mihemed Tirkî El-Sewan jî planên di navbera dewleta Tirk û hikûmeta Şamê bi bîr xist û wiha axivî:

Armanca herî mezin ji lihevkirinên di navbera dewleta Tirk, Rûsya û hikûmeta Şamê de têkbirina projeya netewa demokratîk e.

Ev projeya ku Pêkhateyên herêmê piştî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûn, dan ava kirin.

Rûspiyê eşîra El-Kîtikan a kurdan  Xelîl Salih El-Mihemed jî tekez kir ku hevgirtina gelên herêmê ji demên berê xurtir bûye.

Piştî ku xwîna pêkhateyên Ereb, Kurd û Suryan di şer de tevlî hev bûn.

Hevgirtina gelên herêmê ji demên berê xurtir bûye.

Divê hemû pêkhate xeterya van fitneyan bizanibin.

Back to top button