El-Mismarî: Tirkiye hê jî şandina çeteyan bo Lîbyayê didomîne

Berdevkê artêşa Nîştimanî ya Lîbî Ehmed El-Mismarî da xuyakirin ku Tirkiye şandina çeteyan bo Lîbyayê didomîne. El-Mismrî anî ziman ku dosyaya hebûna Tirkiyê gef û metirsiyek e li ser tevahî aliyên Lîbî. Şêwirmendê Erdogan Yasîn Eqtay piştî avabûna desthilata nû, derdikeve û dibêje: “Hikûmeta demkî ya veguhêz, destekê dide rola me ya li Lîbyayê”.

Tirkiyeya dagirker, ji destpêka aloziyê ve di nava hewldanan de ye ku lingê xwe ji bo pêkanîna azwerî û ajindeyên xwe li Lîbyayê bigire.

Heya vê rojê, tevî avabûna desthilateke dekmî ku welat heya hilbijartinên 24 Kanûna 2021’ê bi rê ve bibe, hê jî digel hebûna hêzên biyanî, leşkerên Tirk û çeteyên bi ser wê ve, rû bi rû ye.

Berdevkê artêşa Lîbî ya Nîştimanî Ehmed El-Mismarî di vê derbarê de dibêje:

“Em parçeyekî bingehîn ê pêvajoya siyasî ya pêkhatî ne.

Gelê Lîbî hêvîdar e ku desthilata nû xizmetguzariyan pêşkêş bike, her wiha zemînê bo hilbijartinên Kanûnê ava bike.

Lê dosyaya Tirkî metirsiyeke mezin li ser aliyên li welêt disepîne.

Tirkiye hê jî şandina çeteyan bo Lîbyayê didomîne.”

Xalid El-Mehcûb jî ku fermandarekî artêşê ye, dide zanîn ku ew bi dilgermî encamên Dîdargeha Siyasî ya Lîbî pêşwazî dikin û digel her gaveke bidawîker a şer û aloziyê ne.

Piştî avabûna hikûmeta veguhêz a Lîbyayê, Şêwirmendê serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan derdikeve û ji Ajansa El-Erebiye re dibêje ku hin peymanên navneteweyî yên Enqereyê digel hikûmeta Wîfaqê hene.

Yasîn Eqtay anî anî ziman ku helwestên hikûmetên din nikarin bandorê li van lihevkirinan bikin.

Her wiha angaşt dike ku hikûmeta Lîbî ya demkî, destekê dide rol Tirkiyê ya li Lîbyayê û bi ti awayî, ne li dijî hebûna wê ya leşkerî ye.

Back to top button