Bi dehhezaran Myanmarî li bajarê Yangon daketin qadan

Li Myanmarê gel li dijî artêşa darbekar xwepêşandanên herî mezin yên di nava 15 salên dawiyê de pêk tînin. Bi dehhezaran Myanmarî bi xwepêşandanekê bang li artêşê kirin ku Seroka welat San Suu Kyi serbest berdin.

Qedexekirina malperên înternetê ji aliyê artêşa darbekar ya Myanmarê ve ne karî pêşî li hêrsa gel bigre.

Li bajarê herî mezin yê Myanmar Yangonê bi dehhezaran xwepêşandêr li qadan bûn.

Di xwepêşandan de rengên sor yê Partiya Yekgirtina Netewî (NLD) hate hildan.

Her wiha beşek ji xwepêşandêran li dijî rejîmên deshiladar rakirina 3 tiliyan ku weke sembol lê hatî jî rakirin.

Artêşa darbekar beriya qutkirina înternetê, malperên civakî yên Facebook, Twitter û Instagram jî asteng kiribû.

Bi rêya telefonê xwe gihandina înternetê jî hatibû zehmetkirin.

Back to top button