BERXWEDANA LEYLA GUVEN DI ROJA 123’YAN DE YE

123 roj in Leyla Guven bi îradeyeke xurt û moralekî bilind li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan di greva birçîbûnê de ye.
Tevî tenduristiya Guven a xerab jî di dewama çalakiya xwe de bi israr e .
Li gel Leyla Guven bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî di çalakiya greva birçîbûnê de ne.
Girtiyên jin bang li raya giştî kirin ku deng bidin berxwedana girtiyan.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan dest pê kiriye, di roja 123’emîn de ye.

123 roj in Leyla Guven tevî hemû zehmetiyan li ber xwe dide û dibêje heta ku daxwazên çalakiya wê pêk neyên ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Koma girtiyên despêkê jî ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 85 roj in didome.

Di 1’ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

Di 3’ê Adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û 5 endamên HDP’ê ketin greva bêdem û bêdorveger.

Di 8’ê Adarê de parlamenterê HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyên din bûn.

Di şeva 8’ê Adarê de polîsan dîsa bi ser avahiya HDP’ê de girtin û 7 çalakgerên di girevê de girtin û binçav kirin.

5 PARTIYÊN KURD ÊRÎŞA LI DIJÎ HDP’Ê ŞERMEZAR KIR

5 partiyên Kurd ev êrîşa polîsan bi daxuyaniyeke hevpar şermezar kirin .

Partiyan gotin: “Wezareta Karên Hundir bi daxuyaniyên dide li dijî partiyên kurdan şer îlan kiriye.”

Sedat Akin jî li Girtîgehae tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 54’emîn de berdewam dike.

Gurber Ektîren a ji Girtîgeha Bakirkoyê hat berdan li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe didomîne .

KEMAL IRMAK PIŞTÎ 7 SALAN DÎSA DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE

Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de ye jî Kemal Irmak e.

Kemal Irmak ku di sala 2012’an de 58 rojan di greva birçîbûnê de ma, niha jî 75 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Irmak got:

“Ji bo berxwedanê em dereng jî man.

Em ê bi qîrînên azadiyê, vê bêdengiyê bişikînin.”

GIRTIYÊN JIN: DI ENCAMÊ DE MIRIN JÎ HEBE, EM Ê DEST JI DAXWAZA XWE BERNEDIN

Her wiha li Girtîgeha Qeyserî, girtiyên jin ên di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene, bang li raya giştî kirin ku deng bidin berxwedana girtiyan.

Girtiyên jin gotin:

“Heta ku tecrîda li ser Ocalan ranebe, em ê çalakiya xwe bi dawî nekin. Em ê tu carî dest ji daxwazên xwe bernedin. ”

‘BERXWEDANA ME WÊ BIBE XELEKEK JI TACA SERKEFTINÊ’

Girtî Îsa Îpeklî ku 75 roj in li dijî tecridkirinê di greva birçîbûnê de ye diyar kir ku heta tecrîd bi dawî dibe encam çi dibe bila bibe wê çalakiya xwe bidomînin û got:

“Berxwedana me wê bibe xelekek ji taca serkeftinê.”

Leave a Reply

Back to top button