Rêveberiya deriyê sînor ê Sêmalka ragihand ku sibe derî careke din tê vekirin

Rêveberiya deriyê sînor ê Sêmalka ragihand ku sibe derî careke din tê vekirin.

Rêveberiya deriyê Sêmalka têkildarî mijarê li ser maplera xwe ya Facebookê agahî dan.

Rêveberiyê ragihand ku ji 8’ê Sibata 2021’an derî careke din dest bi karê xwe dike, da ku rêwî derbas bibin.

Rojên Şemî, Duşem û Çarşem careke din ji bo derbasbûna rêwiyan hatin diyarkirin.

Rêveberiya deriyê Sêmalka di 3’ê Sibatê de giştînameyek weşand, tê de girtina deriyê sînor ji hêla Başûrê Kurdistanê ve ragihandibû.

Ji rêveberên deriyê Sêmalka Baz Ehmed got, rêveberiya deriyê Pêşxabûr ji ber sedemên rêxistinî çend rojan deriyê sînor girt.

 

Back to top button