Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Serdar Şakir oxir kir

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, cenazeyê endamê Asayîşê şehîd Serdar Şakir li goristina şehîd Delîl Saroxan oxir kir.

5’ê Sibatê Serdar Şakir ji ber krîza dil şehîd bû.

Di merasîma oxirkirina şehîd de, rêveberê Malbata Şehîdan Mehyedîn Hesen axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Hesen diyar kir ku divê destkeftiyên ku bi xwîna Şehêdan hatin bi dest xistin em biparêzin û piştgiriya asayîşê bikin.

Rêveberê asayîşê ya li bajarê Qamişlo Şiyar Mihemed jî anî ziman ku wê nehêlin planên dijmin pêk werin û dê bi vîna şehîdên xwe bi serbikevin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê Şehîd Serdar Şakir di nava siloganan de hat oxirkirin.

Back to top button