Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êrîşa dagirkeran ser herêmê têk bir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrîşî gundewarê navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê kir. Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jî bersiva êrîşan da û kuştî û birîndarê dagirkeran heye.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ku li gundê Qasimiyê yê Til Temirê bi cih dibin êrîşî gundê Um El-Kêf ê Til Temirê kir.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êrîşa çeteyan têk bir û hejmarek ji wan kuştin û birîndar kirin.

Hemwextî wê yekê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Tewîla, Til Tewîl û Til Gerabît ên girêdayî navçeya Til Temirê topbaran kirin.

Back to top button