Çalakiyên greva birçîbûnê li Zindanan 73 roj li pey xwe hişt

Çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan destpêkir, li zindanên Tirkiyê, Mexmûr û Yonanistanê dewam dike.Malbatên girtiyan banga berdan zarokên xwe kirin.Hevseroka HDP’ê ya Dêrsimê Nurşat Yeşîl, diyar kir ku Tecrîd asta herî jor a îşkenceyê ye û sûcê mirovahiyê ye. 

Girtiyên siyasî di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 15’emîn dewr girtiye, di roja 73’yemîn de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Mexmûrê jî bi koma 27’emîn dewr girt û kete roja 52’an.

Li Mexmûrê Asya Yuksel û Mehmet Tunc hatin bibîranîn

Bi rasthatina 5. salvegera şehadeta Hevseroka Meclîsa Gel ya Cizrê Asya Yuksel û Mehmet Tunc, ji aliyê koma 26’emîn ve daxuyaniyek hat dayîn

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

Bi pêşengtiya Tevgera Azadiyê li hemberî wan êrîşan, Kurd û dostên wan li welat û derveyê welat li dijî êrîşên rejîma faşîst, qirker, di nava berxwedaniyek mezin de ne.

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, di roja 34’emîn de didome.

Li Qibrisê jî greva birçîbûnê bi koma duyemîn didome

Ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê, li bajarê Lîmassolê yê Qibrisê, jî greva birçîbûnê bi koma duyemîn dewam dike.

Greva birçîbûnê li Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê pêk tê û serdanên ji bo çalakiyê dewam dikin.

Xizmên Qirtiyan: Emê bibin dengê girtiyan

Malbatên girtiyan bangawaziyên piştgiriya çalakiyên grevê didomînin.

Dayika girtiya bi navê Tenzîle Acar ku li girtîgeha jinan a Bakirkoyê tê girtin, Rasiye Acar banga hestiyariyê kir û got: Ez ji rewşa keça xwe bi fikar im. Divê hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.”

Nurşat Yeşîl: Tecrîd asta herî jor a êşkenceyê ye

Hevseroka HDP’ê ya Dêrsimê Nurşat Yeşîl, diyar kir ku 23 sal in li hemberî Rêber Abdullah Ocalan tecrîdek heye, li tevahiya girtîgehan binpêkirina mafên girtiyan didome û ev tişt got:

Lêgerîna tazî, nedayîna pêwistiyên rojane, astengkirina hevdîtinan pirsgirêkên mezin e. Girtî di nava tecrîdê de tecrîdê dijîn.

Back to top button