NASIR YAGIZ: GER EM BERDÊLÊ NEDIN WÊ AŞTÎ Û AZADÎ PÊK NEYÊN

Berxwedana Nasir Yagiz ev 110 rojin li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan didome.
Yagiz berxwedana xwe ya 110 rojan anî ziman û got;
Ti astengî nikare me ji xeyalên me yên ku bi Rêber Apo re bijî, vegerîne!
Divê em vê yekê baş bizanin, bê berdêl, ne azadî û ne jî aştî dibe.

Greva birçîbûna ya endamê HDP’ê ya Hewlêr Nasir Yagiz a li dijî tecrîdê di roja 110’an de ye.

Di heman demê de çalakiya dorveger a li Hewlêrê bi dewirgirtina koma 55’an didome.

Di dema dewirgirtina komê de endama Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Muzeyen Guneş axivî û balkişand li ser metirsiya rewşa çalakgeran.

Tevî rewşa xwe ya giran Nasir Yagiz behsa çîroka berxwedana xwe ya 110 rojî kir.

Yagiz diyar kir ku ji bo bibe dengê qêrîna Leyal Guven ku pêşengtî ji pêvajo û şoreşeke nû re kir, dest bi grevê kiriye.

Yagiz bilêv kir ku roj bi roj zilm û zordariya hêzên dagirker a li çar aliyên Kurdistan û tecrîda li ser Rêber Ocalan kiriye ku ew gavekî wiha li gorî ruhê demê bavêje.

Yagiz têkildarî rewşa xwe ya tenduristiyê ev tişt anî ziman;

Her roja diçe ne tenê bendena min, bedena hemû hevrêyên min ên di vê meşa serketinê de ne dihele.

Ti astengî nikare min ji xeyalên ku bi awayekî azad bi Rêber Apo re bijîm, vegerîne!

Rast e, êdî nikarim rabin ser xwe, laşê min diêşe, lê serketin hêviyê dide min.

Nasir Yagiz di dawiya axavtina xwe de da zanîn ku divê daxwazên wan ên şikandina tecrîdê di Newrozê de hê geştir bibin û wiha got:

Divê gelê me bi ruhê serhildêr ê Kawayê Hemdem ê li hember zilmê derket, dakevin qadan û agirê Newrozê geş bikin.

Bi yekîtî û piştevaniyê dawiyê li vê zilmê bîne.

Divê em vê yekê baş bizanibin, bê berdêl ne azadî û ne jî aştî dibe.

FADÎLE TOK: HEYA DIJMINÊ ME DAXWAZÊN ME PÊK NEYINE WÊ ÇALAKÎ DEWAM BE

Greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî(Mexmûr) jî, di roja 85’an de li aliyê koma 29’emîn ve hate dewir girtin.

Her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya Endama Meclîsa Îştarê Fadîle Tok di roja 50’î de bi biryardarî didome.

Fadîle Tok jî têkildarî bihêzkirin û geşkirina çalakiya xwe axivî û got:

Heya dijminên me guh nedin daxwazên me û daxwazên me bi cih neyên wê çalakiyên me ranewestin.

HIZBÊN BAŞÛR BIŞTGIRIYA ÇALAKIYAN KIRIN

Her wiha hizba Komînîsta Kurdistanê û Tevgera Demokrasiya Gelê Kurdistanê piştgiriya xwe a ji bo çalakiya greva birçîbunê anîn ziman û gotin:

Xebatên HDP’ê yên li Başûrê Kurdistanê xebatek medenî ye û hertim emê piştgiriya wan bikin.

Siyaseta me ya giştî piştgiriya hemû xebatên gelê Kurd dike.

Ev xebat li kîjan beşê Kurdistanê bibe, em piştgiriyê didînê.

Leave a Reply

Back to top button