Hikumeta Şamê li dijî guhertina demografî bertek nîşanî Enqerê da

Hikumeta Şamê nerazîbûn nîşanî biryara serokomarê Tirk Erdogan a vekirina zanîngeh û peymangehên Tirkiyê li gundewarê Heleb ya dagirkirî da û bi kiryarekî “Xeter û li dijî qanûnên navneteweyî” bi navê kir.

Çavkaniyekî ji Wezareta Derve ya hikumeta Şamê got,

Hikumeta Şamê Birayra serokê rejîma Tirkiyê ya vekirina fakulteya Tib û peymangeha Bilind a Zaninstên Tenduristiyê yên girêdayî Zanîngeha Zanista Tenduristiya ya Tirkiyê ya li Senbolê li bajarokê Raî yê gundewarê Helebê bi hemû awayan red dike.

Wezaretê ev yek weke armanc jî firehkirina serweriya rejîma Tirkiyê li erdê di bin serdestiya Sûriyê û bi dijberiya qanûnên navneteweyî binav kir.

Wezaretê careke din îşaret bi piştavaniya dewleta Tirk ya ji bo alî û rêxistinên terorîst mîna Îxwan El-Muslimîn, DAIŞ û Cebhet El-Nusra kir.

Hikumeta Şamê bang li Konseya Ewlekariyê kir ku berpirsyartiyên xwe yên parastina aştî û ewlehiya navneteweyî bi cih bînin, dawî li sûcên rejîma Tirk ên li dijî gelê Sûriyê bînin.

Back to top button