Li eniyên Idlib û Laziqiyê fermandarek û leşkerekî Şamê hatin kuştin

Li eniyên Idlib û Laziqiyê, di encama êrîşên çeteyan de, 2 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, di encama êrîşeke çeteyan de, fermandarekî artêşa hikûmeta Şamê li Laziqiyê hat kuştin.

Di heman demê de, li başûrê Idlibê, leşkerek li gundê Firtêra hat kuştin.

Her wiha li Hemayê jî, şer di navbera hardu aliyan de berdewam e û herî dawî, gundê Zeyzûn ê Sehl El-Xab bi çekên giran ji aliyê çeteyan ve hat armanckirin, lê heta niha ti agahî der barê encama wê de, nehatin bidestxistin.

Back to top button