Serçeteyekî DAIŞ’ê ku li Tirkiyê dima, li Kerkûkê hat girtin

DAIŞ’iyê ku ji Tirkiyê vegeriyabû, li parêzgeha Kerkûkê hate girtin.

Rêveberiya Istixbarata Leşkerî ya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li herêma Zab ya Kerkûkê, rêveberekî malperên çeteyên DAIŞ’ê hate girtin.

Li gorî daxuyaniyê, ev çete li Tirkiyê dijiya, her wiha malper û torên civakî yên DAIŞ’ê bi rê ve dibir.

Rêvberiyê her wiha da zanîn ku ev çete ji bo mayîna çeteyên DAIŞ li Tirkiyê, hêsankarî dikir.

Back to top button