Li Somalya 13 leşker û 2 sivîl di encama 3 êrîşên cuda de hatin kuştin

Li Somalyayê, di nav de 13 leşker, 15 kes bi êrîşên cuda yên çeteyên Hereket El-Şebab hatin kuştin.

Wezîrê Ragihandinê yê Somalyayê diyar kir ku, di encama teqandina bombeyekê li parêzgeha Xelxedûd de, 12 leşkerên Somalî hatin kuştin.

Çeteyên Hereket El-Şebab jî yekser ev êrîş girt ser xwe.

Li Meqadîşo ya paytext jî, fermandarekî Somalî hat kuştin, di heman demê de 2 sivîl ji ber teqandina bombeyekê jiyana xwe ji dest da.

Ev demek e, Çeteyên Hereket El-Şebeb asta êrîşên xwe bi armanca têkbirina civînên ku ji bo hilbijartinan tên kirin, bilind kiriye.

Back to top button