Îbrahîm Bîlmez: CPT û hiqûqa navdewletî ji tecrîda Îmraliyê berpirsyar in

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez diyar kir, CPT a ku di serdana dawî ya Tirkiyê de neçû Girtîgeha Îmraliyê, nîşan da ku siyaset û hiqûqa serdest a navneteweyî, ji dewamiya neçareserkirina pirsgirêka Kurd û tecrîdê berpirsyar in.

Dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan tecrîd girantir kiriye, saziyên weke CPT’î qaşo saziyek li dijî êşkence û tecrîdê ye.

Vê dawiyê tevî ku serdana Tirkiyê kir jî, lê neçû girava Îmraliyê.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, neçûna Îmraliyê ya CPT rexne kir û diyar kir ku CPT, ne tenê serdana Girtîgeha Îmraliyê nekir, her wiha bi wan re jî hevdîtin nekir ku ew bi rêk û pêk agahiyan didin CPT.

Îbrahîm Bîlmez ragihand ku şandeyê tenê diyar kir ku di vê mijarê de bi rayedaran re axiviye û got:

“Ji ber nêzîkatiyên CPT li Îmraliyê pergalek bêhiqûqî û kêfî tê meşandin.

Eger CPT Girtîgeha Îmraliyê jî xistibûya nava bernameya xwe ya serdanê, wê tecrîd ew qasî bi hêsanî û kêfî nehatibûya dewamkirin.

Vê rewşê nîşanî me da ku hiqûq û pergala navneteweyî bi çi rengî nêzî Girtîgeha Îmraliyê dibe. Rojeva sereke ya CPT diviyabû serdana Îmraliyê ba.”

Parêzer Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku bi vê nêzîkatiya CPT xuya dibe ku siyaset û hiqûqa serdest a navneteweyî ji tecrîda li Îmraliyê û dewamiya neçareserkirina pirsgirêka Kurd berpirsyar in.

Parêzerê Rêber Ocalan bal kişand li ser berxwedanan zindanan jî, ku çalakkiya greva birçîbûnê encamê bêhiqûya li dijî Îmraliyê ye.

Bîlmez daxuyakirin ku meseleya Kurd pirsgirêka herî girîng a Tirkiyê û yek ji pirsgirêkên herî girîng ên Rojhilata Navîn e.

Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dibêje:

“Heta ku pirsgirêka Kurd bi rengekî mayînde li ser zemîneke demokratîk neyê çareserkirin, ne li Tirkiyê ne jî li Rojhilata Navîn, demokratîkbûn nepêkan e.”

Bîlmez teqez kir ku îro ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd firsendeke mezin heye. Ev firsend jî bi afirandina şert û mercên çareseriyê yên ji bo Birêz Ocalan dibe.

Back to top button